You may have to Search all our reviewed books and magazines, click the sign up button below to create a free account.
İletişim teknolojilerinde yaşanan hızlı değişim ve gelişim süreci, hiç kuşkusuz ki Marshall McLuhan’nın ortaya koyduğu küresel köy sisteminin de hayat bulmasını beraberinde getirmiştir. İnternetle birlikte yaşanan bu hızlı değişim, her ne kadar bilgiye ulaşmayı daha kolay kılsa da, kirli enformasyon akışını da beraberinde getirmiştir. Sosyal ağlarla birlikte enformasyonun hızlı ve kirli akışı, algıların zayıflamasını beraberinde getirirken, görsel uzanımın daha çok ön plana çıktığı bir dünyayı da takipçilerine sunma imkânı bulmuştur. Okuma yazmanın gelişmediği dönemde insanlar, iletişim kurmak için nasıl resimleri kullanıyo...
Nûbihar Jimar 145 Payîz 2018 *** Ji jimara 145an merheba! Wexta kesek salê çend meqale û kitêbên Kurdî bixwîne û ji tiştên dixwîne fêm bike, em dikarin bibêjin ew kes xwendevanê zimanê xwe ye. Îjar li Tirkiyê çiqas xwendevanên zimanê Kurdî hene? Herçiqas di vî warî de kesekî îstatîstek çênekiribe jî li gor firotina kitêb û kovarên Kurdî em dikarin reqamekî texmînî derxin. Gelek kesan salên berê bi zimanekî rexneyî digotin, bi qasî xwendevanên Kurdî nivîskarên Kurdî jî hene. Ev gotin rast bû, lê bi baweriya min, evê heqîqetê ji pirbûna nivîskaran bêhtir, kêmayiya xwendevanan ji me re digot. Di van du-sê salên dawîn de xwendina Kurd...
Nûbihar Jimar: 138 Zivistan 2017 *** Nûbihar, di Adara 1992yan de berê wekî weşanxane, piştî heft mehan jî bi heman navî wekî kovareke xwerû bi Kurdî dest bi weşanê kir. Ji wan deman hetanî îro vê xebata me ya du baskî çaryekê sedsalekê qedand û bi sala îsal kete 25 saliya xwe. Kesên çîroka zimanê Kurdî ya li Tirkiyê dizanin, ew kes maneya 25 salan jî dizanin. Zimanê te bi salan li te heram bûye, mekteb û xwendin tune bûye, sîstema dewletê bi ruh û şexsiyeta te jî lîstiye, lêbelê dîsa tu li ser piya mayî û bi zimanekî “tuneyî” te roman, çîrok û helbest nivîsîne. Li Tirkiyê kar û xebatên li ser Kurdan di her dewrê de zehmet in. Hetan...
Nûbihar Jimar: 139 Bihar 2017 *** Di jimara berê de jî min gotibû, bi sala 2017an Nûbihar kete 25 saliya xwe. Bi vê munasebatê gelek kesan çi rasterast, çi jî bi peyam, telefon û bi mailan 25 saliya Nûbiharê pîroz kirin. Em jî bi dil û can spasiya wan dikin, û Xwedê kêmasiya we nede dost û birayên hêja, hûn her hebin, dibêjin. Heta niha li ser Nûbiharê gelek tişt hatine nivisîn, ji vir pê ve jî wê gelek xebat bêne kirin. Niha jî li Zanîngeha Çewlikê li ser Nûbiharê yekem car tezeke akademîk hate amadekirin. Jixwe hûnê bibînin, di vê jimarê de M. Zahir Ertekin li ser vê tezê nivîsiye. Xwediya tezê Türkan Tosun e, mijara wê jî “Edebiyata Zar...
Nûbihar Jimar: 137 Payîz 2016 *** Hetanî salek û nîv berê jî li Tirkiyê Pêvajoya Çareseriyê hebû. Lêbelê wekî ku em dizanin, ji tîrmeha 2015an pê ve dawî li vê pêvajoyê hatiye û li Kurdistanê careke din şer dest pê kiriye. Heta salek û nîv berê tu kesî îhtîmal nedida ku careke din wê jiyan bi vî rengî li me heram bibe û ev kambaxî bêne serê me. Hêviyeke mezin bi her kesî re çêbûbû; wê hizûr û aramî bihata warên me, pirsgirêkên heyî çareser bibana, ev şîdeta ku bi salan e em dorpêç kiriye ji ser me rabaya… Lê rewş qet wiha nebû. Şîdeta vê carê ji yên berê zêdetir bi ser me de hat. Di ser de jî vê carê şer di nava bajaran...
Nûbihar Jimar: 141 Payîz 2017 *** Ji jimara 141ê merheba! Li welatên pêşketî û demokrat, çi ji bo çêkirin û guhertina qanûnan, çi ji bo pêşerojê û çi jî li ser meseleyên îdarî sîstema dewletê destûr dide ku xelk here ser sendoqê û gotina dawîn xelk bibêje. Ev rêya maqûl û însanî, bi referandûmê welatiyan dike mudaxîl û şirîkê îdareyê û ji me re dibêje ku li wî welatî demokrasiyê cihê xwe girtiye. Kurdan jî 25ê Îlonê, di atmosfereke rehet de, di nava aştiyê de referandûmeke demokratîk çêkirin û ji %93yê dengdêran jî ji serxwebûnê re “erê” gotin. Li van welatana gelek kes nizane hilbijartin çi ye, lê Kurdan rabûn referan...
Nûbihar Jimar: 140 Havîn 2017 *** Bi jimara 140î merheba! Di van sed salên dawîn de li Rojhilata Navîn, herweha li Kurdistanê sînorên dewletan li gor heqaniyet û menfîeta gelên vê herêmê tayîn nebûne. Çi dewletên biyanî, çi jî yên aîdê cîhana Îslamî çawa hatiye hesabê wan sînorên dewletan bi vî qeydeyî danîne. Bi vî awayî gelek dewletên Ereban ava bûne; welatê Kurdan jî bûye çar par… Di encamê de, vê parvebûna neheq û keyfî, rehetî nedaye tu kesî… Têkoşîna Kurdên li Iraqê jî dûr û dirêj e; bi bedelên gelek giran di gelek sefhayan re derbas bûye. Îro jî Kurdistana Iraqê ji sala 2005an pê ve heremeke federal e. Di sala 1990î...
Nûbihar Jimar 151 Bihar 2020 *** Ji jimara 151an merheba Van çend mehên dawîn, dunya tev ketiye derdê şewba coronayê. Doktor û rayedarên dunyayê ji însanan re dibêjin: Xwe biparêzin, ji malên xwe dernekevin, hevûdu ziyaret nekin, nêzîkî hev nebin û nekevin cihê qelebalix. Wîrûseke piçûk însan tev mehkûmî malan kirine. Dibêjin, ji Şerê Duduyan yê Cîhanê vir de, bi qasî vê nexweşiyê tu bûyerê tesîreke ewqas giştî li cîhanê nekiriye. Mirovên ku li asîmana her rojê keşfên nû dikin, li hemberî wîrûseke weha tev ketine acziyetê; bêçare mane û nikarin çareyekê peyda bikin. Çawa her bûyera girîng li pey xwe şop û navekî dihêle, ev bû...
Nûbihar Jimar: 149 Payîz 2019 *** Ji jimara 149an merheba! Wekî her karî di weşangeriyê de jî, çi kovar, rojname û çi jî kitêb hin zehmetiyên xwe hene. Bi taybetî jî weşanên periyodîk yanê kovar û rojname bêhtir zehmet in. Çawa meriv li erdeke beyar zad deyne û jê hilberîn û semereyek baş bipê zehmet e, ji weşangeriya Kurdî jî em nikarin payineke bi vî rengî bikin. Rewşa Kurdan jixwe bi her awayî li ber çavan e. Ji alîkî ve kêmasiyên Kurdan, ji alîkî ve zext û zilma neyarên me, ji alîkî ve jî bi salan di çavê me de bêîtibarkirina hemû hêjayên me li holê ne. Di rewşeke weha de, meriv çawa dikare li hemberî van felaketan bisekine û hel...