You may have to Search all our reviewed books and magazines, click the sign up button below to create a free account.
The Kurdish question is one of the most complicated and protracted conflicts of the Middle East and will never be resolved unless it is finally defined. The majority of the Kurdish people live in Turkey, which gives the country a unique position in the larger Kurdish conundrum. Society in Turkey is deeply divided over the definition and even existence of the Kurdish question, and this uncertainty has long manifested itself in its complete denial, or in accusations of political rivals of ‘separatism’ and even ‘treason’. Turkey’s Kurdish Question explores how these denial and acknowledgement dynamics often reveal pre-existing political ideology and agenda priorities, themselves becom...
None
Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk Nivîskarê kitêbê li Zanîngeha Artukluyê serokê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî Doç. Dr. Abdurrahman Adak e. Kitêba ku li ser mijarên sereke yên edebiyata Kurdî ya klasîk hatiye nivîsandin ji destpêkek û sê beşan pêk hatiye. Piştî ku di destpêka kitêbê de li ser pênaseya edebiyata Kurdî ya klasîk û pêkhateyên wê hatiye rawestan, beşa yekem ji bo xebatên biyografîk û bîbliyografîk ên bi tarîxa edebiyata Kurdî re pêwendîdar hatiye terxankirin. Ev xebat li gorî kronolojî û qonaxan (qonaxa mîrektiyan, Qonaxa dawiya Osmaniyan/Stenbol, qonaxa Şamê, û hwd.) û li gorî cureyan (berhemên tarîxa edebiyatê, antolo...
JIMAR 170 EDİTOR Ji jimara 170yî merheba. Jimara Nûbiharê ya 169an ji ber hin sedeman bi qasî 45 rojan dereng derketibû. Bi kêfxweşî dibêjim ku piştî derketina wê jimarê, me dest bi jimara 170yî kir û kovareke sê mehî di mehek û nîv de amade bû, çap bû û hat ber destê we. *** Di vê jimarê de M. Zahir Ertekin bi navê “Geştek li nav Dîwana Behmûrî” li ser Dîwana Behmûrî nivîsiye. Mela ‘Ebdurrehîm İnanç (Behmûrî) helbestên xwe bi terzê klasîk dinivîse. Di dema îro de şairên bi vî terzî dinivîsin kêm in. M. Zahir Ertekin dibêje ku Behmûrî, mijarên ‘eşq, hesret û firqeta ji yarê, hezkirina Pêxember (s.), niştimanperwerî, tesewu...
Nûbihar Jimar: 139 Bihar 2017 *** Di jimara berê de jî min gotibû, bi sala 2017an Nûbihar kete 25 saliya xwe. Bi vê munasebatê gelek kesan çi rasterast, çi jî bi peyam, telefon û bi mailan 25 saliya Nûbiharê pîroz kirin. Em jî bi dil û can spasiya wan dikin, û Xwedê kêmasiya we nede dost û birayên hêja, hûn her hebin, dibêjin. Heta niha li ser Nûbiharê gelek tişt hatine nivisîn, ji vir pê ve jî wê gelek xebat bêne kirin. Niha jî li Zanîngeha Çewlikê li ser Nûbiharê yekem car tezeke akademîk hate amadekirin. Jixwe hûnê bibînin, di vê jimarê de M. Zahir Ertekin li ser vê tezê nivîsiye. Xwediya tezê Türkan Tosun e, mijara wê jî “Edebiyata Zar...
I. ÇÎROKA ZIMANÊ ÇARPARÎ Çarhawirê me, cîhana ku em li ser dijîn û berjewendiyên global-kapîtalîst bi awayekî em ragirtine qada xwe ku di her warên ji-yanê û her kêlîkên rojê de me di binê bandora propagandayek û pompekirineke peyvên siyasî de dihêlin. Ji ber hindê ye; siya-setmedarên globalîst-kapîtalîst ên ku dixwazin me di cendereya xwe de biçewisînin, bi polîtîkayên xwe yên jehrîdar tamarên me dixetimînin û me dîl digirin. Siyasetmedar polîtîkayên xwe saz dikin û dixwazin bi van polî-tîkayan me radest bigirin, gelo li dijî vêya wêjevan çiqasî hay ji vê dîlgirtinê çêdibin û poetîkayên xwe saz dikin? Her çiqasî polîtîkayên ...
Ji jimara 167an merheba Bedîuzzeman alim û şexsiyetek wisa ye ku di sedsala 20an de bi fikriyat û jiyana xwe li milyon kesan tesîr kiriye. Heyata wî ya bêminet û paqij li gundê Nursê ku li ser Hîzanê ye dest pê kiriye, li Rihayê jî temam bûye. Di dewra Osmanî de hate dinyayê; ji nîvê umrê xwe zêdetir di dewra Osmanî de derbas kir. Piştî ku dewleta Tirkiyê ava bû, sala 1925an ew sirgûnî nav Tirkan kirin û hetanî dawiya umrê xwe nekarî vegere welatê xwe. Di 35 salên wî yên sirgûniyê de jî rehet nehîştin. Li welatê lê sirgûn bûye de jî bajar bi bajar sirgûn kirin, çend caran kete hepsan, heta dawiya umrê xwe di bin taqîbatê de ma. Mela Seîdê...
FOLKLORA QEREJDAXÊ (Pirsên Pêşiyan, Biwêj, Qirwelk, Nifir û Dua) Ev xebat, berhemeke folklorîk û herêmî ye. Berhevkarê vê berhemê, ev gotinên folklorîk yên bi sed salan e têne gotin, ji nav eşîrên wek Qeregeçî, Tirk, Şêxî, Îzolî û Alreşî ku li sîwerek û çiyayê Qerejdaxê bı cî û war in berhev kirine. Berhevkar, li derdora panzdeh salan gund bi gund geriyaye û li cimata gundî û rîspiyan bûye mîvan. Gotinên wan yên folkorîk çawa hatine gotin, çawa têne şîrovekirin, bi zimanê wan ê herêmî berhev kirine û di vê berhemê de civandine……